Dîwarê figurên pirtûkan li ser e eleqeyê dibîne

Li Çukurcaya navçeya Hekariyê şiklên pirtûkan yên ku danîne ser dîwarekî li kolanê eleqeyeke mezin dibîne

Dîwarê figurên pirtûkan li ser e eleqeyê dibîne

Li Çukurcaya navçeya Hekariyê şiklên pirtûkan yên ku danîne ser dîwarekî li kolanê eleqeyeke mezin dibîne.

Şaredariya Çuxurcayê ya ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî lê wezifedarî hat kirin xêncî xizmetên şaredariyê projeyên civakî jî çêdike.

Li navçeyê ku piştî operasyonên serkeftî yên li dijî terorîstên PKKyî hizûr û ewlehî lê hat pêkanîn bi piştgiriya qaymeqamtiyê ji bo pirtûk werin xwendin xebateke baş hat kirin.

Li navçeya ku di van demên dawîn da lê çalakiyên çand û hunerê tên lidarxistin a li sînorê Iraqê fîgurên pirtûkan ên mezin li ser dîwarê li Kolana Cumhuriyetê bi cî kirin.

Di nav fîguran da pirtûkên wekî "Nutuk"a Mustafa Kemal Ataturk, "Tenêtiya Sedsalî"ya Gabriel Garcia Marquez, "Xerîb"ya Yakup Kadrî Karaosmanoglu, "Safahat"a Mehmet Akîf Ersoy,"Mişk û Mirov"a John Steinbeck, "Memedê Dirêj"a Yaşar Kemal hene. Merivan wetrê dîwar pirtûkxane ye.

Zarok, ciwan, kal û pîr eleqeyê nîşanî fîgurên ku navçeyê rengîn dikin didin.

Wekîlê Şaredar û Qaymeqam Temel Ayca diyar kir ku li navçeyê "kolana prestîjê" disepînin.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Kanûn 2018, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE