Li Nusaybina Mardinê dîwarên kevnare yên ku kirêt xuya dikirin nîha yek bi yek dibin sembolên hunerî. Mamosteyên resman li ser dîwaran dîmenên bajêr xêz dikin.
Li Nusaybina Mardinê bi talîmata qeymeqam Emrullah Temizkan dîwarên kevnare û xirabe êdî dibin navgîneke hunerî.
Li navçeyê dîwarên xirabe bi sembolên bajêr tên xemlandin. Mamosteyên resman pêşengiya projeyê dikin.
Li ser dîwaran bi taybetî berhemên dîrokî yên bajêr tên xêzkirin.
Bi saya vê dîwar û avahiyên xirabe rengîntir dibin.