Ekl û lezeta dijîtal

Kevanî li pêjgehê him dibin xwedî kariyer û him jî xwarinên xwe li ser platformên înternetê difroşin...

Ekl û lezeta dijîtal

Terîfên xwe yên biekil bar dikin ser platformên înternetê û pere qezenç dikin. Gellek jinên destbikêr bi çêkirina xwarinan dibin xwedî kar. Bo vê jî sermayeyek mezin ne hewce ye; bes emeka destan lazim e.

Xwarinên xwe çêdiikin, fotograf an vîdeoyên wan digrin, paşê bar dikin ser înternetê û pere qezenç dikin.

Di sîparîşên xwarinan ya bi rêya çavkaniyên bazarkariyê de, hejmara jinan her ku diçe zêde dibe.

Yek ji wan jî Mesude Demir e ku va ye 5 sal in wek profesyonel vî karî dike. Xanima Mesude pêşî bi sparîşa dest bi vî karê kiriye û her ku çûye muşterîyên wê zêde bûne.

Piştî temînkirina malzeme û ekîbmanan dor tê merîfeta jinan. Li vê piyaseya dijîtal reqîbên wan zêde ne. Çiqas xwe zêde bigihînin însanan ewê ewqas rûpelên xwe yên xwarinê bidin nasîn. Hin ji wan bi pêşbirkên xwarinanHin ji wan jî bi derxistina pirtûkan…

Selma Uruç çawa ku dixwaze hunerwerîya xwe bi saya rûpelên pirtûkan berbelavtir bike, bi tesadufî rûpelek rojnameyê qedera wê guherandiye.

Xanima Selma ji bo jinên din jî dibe hêvî. Di vî karî de gihandina sparîşan ya bi lez pîvaneke girîng e. Baş e, bi rêkirina xwarinan gelo çawa pêk tê?

Ew bang li jinan dikin û dibêjin, him ji kulfetê malê re him jî di ber de ji bo firotinê xwarinan çêbikin û bibin patronê karê xwe.

Ew hezkirina xwe ya mutbexê di her firsetî de dixwazin bidin nîşandan û bi terîfa qehweya kundirê mîranî me oxir dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE