Eleqeya ji bo Keleha Zêrzevanê roj bi roj zêde dibe

Eleqeya ji bo Keleha Zêrzevanê roj bi roj zêde dibe

"Çalakiya Çavdêriya Asîman" a ku li Çinara navçeya Diyarbekirê meha îlonê li Keleha Zêrzevanê ya dîrokî hat lidarxistin ku dema Împaratoriya Romayê wekî "binkeya eskerî" hatiye emilandin, bala ziyaretvanan ber bi keleha dîrokî kişand.

Li keleha di Lîsteya Berwext a Kelepora Cihanî ya UNESCOyê da ye ya ku bi kordîneya Wezareta Çand û Turîzmê ji sala 2014an vir va xebatên kolanê lê didomin, di navbera 2-4ê Îlonê da Çalakiya Çavdêriya Asîman a Navneteweyî hat lidarxistin.

Çalakî bi piştgiriya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê, Wezareta Ciwanî û Werzişê, TUBÎTAK, Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê, Walîtiya Diyarbekirê û Ajansa Pêşketina Qerejdaxê û her wiha bi beşdariya bi qasî 1500 meraqdarên asîmannasiyê yên ji welêt û dervayî welêt va li keleha dîrokî hat lidarxistin. Piştî çalakiyê, hejmara ziyaretvanên kelehê zêde bû.

Ziyaretvanan di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da hildidin qada kolanê. Li ciyê kolanê pispor jî hevaltiya ziyaretvanan dikin û der heqê serdemê da agahiyan didin ziyaretvanan.

Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Dîcleyê û serokê ekîba kolanê Doç. Dr. Aytaç Coşkun ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, wan sala 2014an dest bi kolanên Keleha Zêrzevanê kir û di kurtedemekê da van pêşketinên mezin pêk anîn.

Coşkun bal kişand, dîroka kelehê vedigere 3 hezar sal berê, lêbelê serdema Romayê bênavber 400 salî wekî binkeya eskerî hatiye emilandin û wiha got, "Tê da garnîzona herî parastî ya Romayê û perestgeha Mîthras hene. Di vir va der heqê jiyana eskerî û sivîl a serdemê da her tişt mewcûd e. Ango em behsa ciyekî dikin ku 1700 salan zeman lê sekiniye."

Coşkun daxuyand ku bi xebatan va dîrok cardin derket holê, di sala 2017an da perestgeh hat derxistin û bi derxistina perestgehê va hem li nav welêt hem ji derveyî welêt eleqeya ser kelehê zêde bû.

Coşkun diyar kir ku perestgehên Mîthrasê li ser rûyê dinyayê pir kêm tên dîtin, ya ku herî dawîn hat derxistin jî li Zerzevanê ye û wiha dewam kir:

"Keleha Zerzevanê li Tirkiyeyê di nav 10 cihên herî baş ên ku asîman lê tê temaşekirin da ye. Ji ber vê li vê derê çalakiya Çavdêriya Asîman a Navneteweyî hat lidarxistin. Ji dinyayê û ji cihên cuda ên Tirkiyeyê çavdêr hatin. Ev projeyeke pir girîng e. Çalakî ji bo danasîna Diyarbekir û herêmê pir baş bû. Jimara ziyaretvanan li gor salên borî sê qat zêde bû. Ev jî hem ji bo naskirina Keleha Zerzevanê hem ji bo eleqeya ziyaretvanan girîng e."

- Piştî şewbê hedef di salê da milyonek ziyaretvan in

Coşkun daxuyand, digel şewbê jimara ziyaretvanan ji îlonê pê va ji 200 hezarî derbas bû, heta dawiya salê wê derkeve 500 hezar kesan.

Coşkun got, "Di sala piştî şewbê salê herî kêm milyonek ziyaretvan wê werin Keleha Zerzevanê. Em amadehiya vê dikin." Coşkun destnîşan kir ku saya Çalakiya Çavdêriya Asîman rêjeya ziyaretkirina kelehê pir zêde bû.

Tulay Zeybek Ozcana ku li Stenbolê organîzatora tûran e jî got ku di zêdekirina nasîna qada dîrokî da feydeya çalakiya navneteweyî pir zêde çêbû.

Ozcanê daxuyand ku ji bo danasîna nirxên herêmê, çi ji destê wan tê, ew dikin û wiha dewam kir, "Keleha Zerzevanê rastî eleqeyê tê. Eleqeya merivan li ser vê derê pir zêde bû. Em jî li vê derê xebatên xwe pêş da dikin. Çawa ku Girê Mirazan bû marqeyekê, Keleha Zerzevanê jî wê bibe marqe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE