Ji ber şewba koronayê hemû cihên dîrokî ji mirovan xalî man. Lê hin cih hene ku di şewbê de jî bala mirovan dikişînin. Yek ji wan cihan jî Muzeya Mozaîkên Zeûgmayê ya li dîlokê ye. Rêvebirên muzeyê dibêjin di heyama pandemiyê de jî gelek kes hatin dîtina mozaîkan.
Muzeya Mozaîkên Zeûgmayê ya li Dîlokê beriya pandemiyê dibû cihê bi hezaran mirovan.Lê ji ber şewbê muzeya navdar ji mirov û turîstan xalî ma.
Midûrê Muzeyê Özgür Çomak got, ‘’Di sê mehên ewil ên par de 47 hezar kes hatin muzeyê. Lê mixabin ji ber şewba koronayê wekî li hemû dinyayê li muzeya me jî hejmara ziyaretvanan gelek daket. Bi gotineke din di 9 mehên heyama şewbê de tenê nêzî 47 kes hatin.’’
Lê Midûrê Muzeyê dibêje di heyama şewbê de jî bi hezaran kes hatin dîtina mozaîkan.
Rêvebir dibêjin, li nav û derveyê Zeûgmayê tevdîrên li dijî koronayê bi hesasî tên sepandin.
Ziyaretvan jî di çarçoveya tevdîran de li nava muzeyê digerin.
Muzeya Zeûgmayê li ser 30 hezar metraçarçikî hatiye avakirin û serê piraniya wê girtiye.