Eleqeya ji bo pêşangeha El Cezerî

Pêşangeh tenê di cejnê de ji aliyê 24 hezar kesî ve hat ziyaretkirin.

Eleqeya ji bo pêşangeha El Cezerî

Li Amedê, Şaredariya Bajarê Mezin di 25 adarê de bi navê “Makîneyên Balkêş Ên Cezerî” pêşangehek vekir. Di pêşangehê de makîneyên ku zanayê îslamê û avakarê sîbernîtîkê El Cezerî di sedsala 13an de xêz kirine, tên pêşkêşkirin. Pêşangeh tenê di îdê de ji aliyê 24 hezar kesî ve hat ziyaretkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo danasîna zanayên Îslamê pêşangeh û muzeyên taybet vedike. Pêşengeha herî dawî li ser berhemên El Cezerî bû.

Pêşangeh di 25ê Adarê de li Birca Keçikan a li navçeya Sûrê hat vekirin.

Di pêşangeha“Makîneyên Balkêş ên El Cezerî” de makîneyên xêzkirî tên pêşkêşkirin.

Xelqê herêmê eleqeyeke mezin nîşanî pêşangehê dide. Pêşangeh tenê di cejnê de ji aliyê 24 hezar kesî ve hat ziyaretkirin.

Hat eşkerekirin ku pêşangeha Cezerî ji roja vebûnê û heta îro ji aliyê 350 hezar kesî ve hatiye ziyaretkirin.

Pêşangeha El Cezerî wê heta 18ê Gulanê ji bo serdana ziyaretvanan vekirî bimîne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE