Li Şanlıurfayê di rojên şewba koronayê de bazara xwarinên herêmî gelek germ bû. Beriya şewbê li tesîsa jinên kebanî ya şaredariya bajarê mezin, 5 jin dixebitîn. Lê niha 20 kes in. Her wiha xwarinên xweş û bitehm ji gelek bajarên din re jî tên birêkirin.
Jinên kebanî ji pîçik û kutlikan heta mantî û boraniyê, gelek xwarinên bitehm û xweş çêdikin, ji bo siparîşê amade dikin.
Ev der Tesîsa Jinên Kebanî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Şanlıurfayê ye.
Li dijî koronayê gelek tevdîr tên girtin û welatî ji mala xwe dernakevin.
Di rojên şewbê de, ji bo xwarinên herêmî taleb zêdetir bû û her ku diçe bêhtir siparîş tên.
Jinên dest-biekl hemû xwarinan bi destê xwe çêdikin. Li Tesîsa Jinên Kebanî berê 5 jin dixebitîn, lê niha bûn 20.
Xwarinên jinên kebanî heta bajarên wekî İzmir û Ankarayê jî diçin.