Eleqeya li ser Kelha Zerzewanê zêde dibe

Sala par 450 hezar kesî serdana kelhê kirin û tê payîn ku îsal ev jimar bigihêje milyonek kesî

Eleqeya li ser Kelha Zerzewanê zêde dibe

Kelha Zerzewanê ya li Çınara navçeya Diyarbekirê her diçe zêdetir rastî eleqeyê tê.

Kelhe ji heyama Romayê maye û wê demê wekî "baregeha eskerî" hatiye bikaranîn û niha ji navenda navçeyê bi qasî 13 kîlometre dûr e. Di çarçoveya xebatên li dor û bera kelhê tên kirin da herî dawîn bi saya kolandinan va Perestgeha Mithrasê jî derket holê û dawiya hefteyê ziyaretvanên qada dîrokî her diçe zêdetir dibe.

Serokê Heyeta Kolanê ya Kelha Zerzewanê Doç. Dr. Aytaç Coşkun daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku kelhe him ji bo turîzma herêmê û him jî ji bo Diyarbekirê gelekî girîng e û kar û xebatên kolandinê yên 6 sal berê di bin rêveberiya Wezareta Çand û Turîzmê da dest pê kiribûn dewam dike.

Coşkun got ku di kolandinên heta niha hatin kirin da Perestgeha Mithrasê û mohra 3 hezar salî ya ji heyama Asûriyan hatin dîtin û digel demsala zivistanê jî eleqeya ziyaretvanan a ji bo kelhê her diçe zêde dibe.

Serokê Heyeta Kolanê ya Kelha Zerzewanê Coşkun destnîşan kir ku li cihê kolanê bermayiyên wek dîwarên kelhê yên bilindahiya wan di navbera 12 û 15 metreyê bûn da, bircên çavdêriyê yên bi qasî 21 metre bilind bûn, bircên parastinê, dêr, avahiya rêvebirinê, xanî, embarên çek, dexl û dehn, perestgeha binerd, stargeh, gorên kevirîn, coyên avê û 54 jî sarincên avê derketin holê.

Coşkun axaftina xwe wiha domand: "Sala par 450 hezar kes ji bo serdana Kelha Zerzewanê hatin û îsal em li benda milyonek kesî ne. Kelha Zerzewanê dema li çar aliyê dinyayê bê nasandin wê demê jimara turîstên ku wê bên Diyarbekir dê zêdetir bibe. Ev yek jî di qada turîzmê da wê zêdetir bi kêrî aboriya bajêr bê."

- "Li her derê wê xweşiyeke ku bi mirov bigere heye"

Fatma Betul a ku tevlî hevalên xwe ji Yozgatê bo gerê hatibû Diyarbekirê Kelha Zerzewanê jî ziyaret kir got: "Diyarbekir ji hêla dîrok, şaristanî û çandê va bajarekî pir hêja ye. Li her derê wê xweşiyeke ku bi mirov bigere heye. Bajarekî wisa ye ku şaristanî û dîroka wê ji bo me mînak e. Pêşdarazên me êdî neman û ev der cihekî gelekî xweş e û em kêfxweş bûn."

- "Min ferq kir ku her cihekî wê xwedî dîrokekê ye"

Belma Hatîceya ku ji Aydinê bo gerê hatibû Diyarbekirê û ji Kelha Zerzewanê derbas nebûbû jî ragihand ku wan li bajêr gelek cihên dîrokî dîtin û wiha domand: "Wextê ez li bajêr geriyam min ferq kir ku her cihekî wê xwedî dîrokekê ye. Ev der demên borî tîna bîra mirov û cihên wisa xweş in ku min baş kiriye ez hatime vê derê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE