Mehmet İspir, li Elazığê, berhemên kevn difroşe. Bi berhemên kevnar, dikana xwe hema bêjin kiriye pêşane.
Misînê paxir, radyo û gelek alavên din ên kevn.
Mehmet İspir, 40 salan li İzmirê ma, vegeriya memleketê xwe Elazığê û niha berhemên kevn û antîkayan difroşe.
Gund bi gund digere, bi isûla bihevguherînê berhemên kevnar kom dike. Dikana İspir bûye wekî muzexaneyekê.
Mehmet İspir got, “Gera vê derê bêpere ye. Hemû gelê me dikare were û li van berheman binêre. Herwiha rêvebir û mamosteyên mekteban, dikarin xwendekaran bînin da ku ew jî van entîkeyan bibînin.”
Xelkê Elazığê tên dikana wî, digerin û danûstandinê dikin.