Evîn û hezkirina ji berhemên berê

Berhemên kevin berhev dike û ji bo winda nebin dide filîman...

Evîn û hezkirina ji berhemên berê

Li Şanlıurfayê di xana gumrikê ya dîrokî de gelek kes karê berhevkirina berhemên berê dikin. Yek ji wan jî Hasan Karasapan e. Karasapan di zarokatiya xwe de dest bi karê berhevkirina tiştên kevin kiriye û hêj jî dewam dike.

Bajarê Şanlıurfayê bi berhemên xwe yên ji sifirê navdar e. Li bajêr gelek kes tenê berhevkirina tiştên kevin ên ji sifirê dikin. Yek ji wan jî Hasan Karasapan e.

Karasapanê 44 salî li navenda Şanlıurfayê dijî. Di zarokatiya xwe de dest bi karê berhevkirina tiştên malê yên kevin kir.

Ji xwe re li Xana Gumrikê ya Dîrokî dikaneke biçûk girtiye. Di dikanê de gelek berhemên cur bi cur û xweşik ên kevin hene.

Karasapan dibêje, ez hin caran berhemên xwe didim filîman jî. Li xanê bala jinan jî herî zêde diçe ser tiştên xemilandinê..

Hasan Karasapan 3 rojên hefteyê ji ber nexweşiya xwe diçe diyalîzê. Lê dema ji diyalîzê derdikeve rasterast tê cem tiştên xwe yên entîqe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE