Fûara Pirtûkan a Wanê

Ji gelek bajran 120 weşanxane di fûarê de cih digirin...

Fûara Pirtûkan a Wanê

Li Wanê Fûara Pirtûkan a 3an dest pê kir. Ji gelek bajaran 120 wexanxane beşdarî fûarê bûn. Her wiha weşanxaneyên kurdî yê wekî sîtav, nûbihar û lorya jî di fûarê de cihên xwe girtin.

Bi hazaran pirtûkên cûr bi cûr... Eleqeya zêde ya welatiyên bajêr...

Li Wanê bi beşdabûna 120 weşanxaneyan fûara pirtûkan hat vekirin.

Di fûarê de weşanxaneyên Kurdî yên wekî Sîtav, Nûbihar û Lorya jî bi pirtûkên xwe stand vekirin.

Nivîskar û xwediyê weşanxaneya Sîtavê Qahir Bateyî got,”Em ji eleqeya weşanxaneyan kêfxweş in.”

Berpirsê weşanxaneya Lorya jî got,”Cara ewil li Wanê weşanxaneyeke wisa xwerû Kurdî vebû.”

Gelek nivîskarên Kurdî beşdarî fûarê bûn pirtûkên xwe imze kirin.

Her wiha Wezîrê Edaletê Abdulhamit Gül jî hat fûarê.

Gûl him derbarê pirtûkan de agahî stand, him jî bi welatiyan re wêne kişand.

Ev fûara pirtûkan dê seranserê 10 rojan vekirîbe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE