Li Diyarbekirê, mîhrîcana ciwanan bi coşeke mezin dewam dike. Keç û xort bi çalakiyên cûr bi cûr, têra dilê xwe kêfê dikin.
Ji sedî 66ê nifûsa Diyarbekirê ji zarok û ciwanan pêk tê.
Lê ev cara yekem e li Amedê Festîvala Ciwanan tê organîzekirin
Bi hezaran keç û xort li meydana bajêra nû, beşdarê çalakiyên; sportîf, çand û hûnerî dibin.
Mîhrîcana rengîn bi konseran berdewam dike.
Roja ewil hûnermendê navdar Selçuk Balci û Buray konser dan û bi stranên xwe dile ciwanan xweş kirin.
Li qada bajêr doh êvarê jî coş, şahî û kelecan pir mezin bû.
Stranbêj Derya Ulug derket ser dikê û kilamên şahiyê got.
Di çarçoveya festîvalê de, dawiya şevê jî konsera koma Gripîn hebû.