Festîvala Ehmedê Xanî

Di festîvalê de jiyan, berhem û hunera Xanî hatin vegotin...

Festîvala Ehmedê Xanî

Walîtiya Agiriyê, li Bazîdê Festîvala Ehmedê Xanî ya 3yem çêkir. Di festîvalê de heyat, berhem û ramanên xanîyê mezin hatin vegotin. Gelek kes beşdarî mihrîcanê bûn.

Festîvala Ehmedê Xanî ev çend sal in ku bi destê Walîtiya Agiriyê li dar dikeve.

Îsal jî li Bazîdê, li nêzî tirba Xanî festîvala 3yan hat çêkirin.

Festîvalê bi xwendina Qurana Kerîm dest pê kir.

Bi sedan welatiyên herêmê û gelek rayedar beşdarî bernameyê bûn.

Di festîvalê de pisporan jiyan û kîtabên Xanî, huner û felsefeya wî şîrove kirin.

Di mihrîcanê de navendeke çand û hunerê jî hat vekirin.

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2019, 16:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE