Festîvala Fılman a Hakkariyê

Di festîvalê de pêşbaziya kurtefîlman û çalakiyên sporê wê bên kirin

Festîvala Fılman a Hakkariyê

Li Colemergê, bi hevkariya walîtî, şaredarî û îdareya taybet a bajêr, festîvala filman a neteweyî tê çêkirin. Di festîvalê de wê pêşbaziya kurtefîlman, çalakiyên sporê bên organîzekirin.

Walîtî û şaredariya Colemergê, bi hevkariya Îdareya Taybet a Bajêr, li bajêr dê festîvala fîlman a neteweyî çekin.

Di festîvalê de wê pêşbaziyên kurtefîlman, çalakiyên sporê û nîşandana kitêban hebe.

Midûrê Çand û Hûnerê yê Colemergê İdris Ağacan behsa girîngiya festîvelê kir û got bajarê me ji bo kişandina fîlman cihekî baş e.

Di festîvalê de ji bo pêşbaziyê serlêdan di 15ê cotmehê de bidawî dibin. Ji bo fîlma yekemîn 7 hezar û 500 lîre, fîlma duyemîn 5 hezar lîre, fîlma sêyemîn dê 2 hezar û 500 lîre xelat wê bê dayîn.

Xelkê Colemergê dibêjin bi xêra vê festîvalê dê bajarê me bê nasîn.

Festîval dê 3 mehan dewam bike.

Dîroka nûkirinê: 14 Cotmeh 2018, 15:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE