"Festîvala Muzîkê ya Zarokan ya Xalîçeya Bayî"

Li Mêrdînê "Festîvala Muzîkê ya Zarokan ya Xalîçeya Bayî" ku biryar e hefteyekê bajo, dest pê kir.

"Festîvala Muzîkê ya Zarokan ya Xalîçeya Bayî"

Li Mêrdîna bajarê xweşbînî û şaristaniyê "Festîvala Muzîkê ya Zarokan ya Xalîçeya Bayî" ku biryar e hefteyekê bajo, dest pê kir.

Festîval bi hevkariya Komeleya li Her derê Huner û Muzeya Mêrdînê û bi beşdariya 27 muzikjenên ji 5 welatan, bi meşa kortejê dest pê kir.

Meşa ku ji Muzeya Sabanciyê dest pê kir û gihişt Qada Komariyê, tê de sembolên Mêrdînê, çîpên textikî, palyoço, poşakên dîrokî û zarokên ku li remorka traktorê siwar bûn cih girtin.

Di meşê de bi zimanên cuda sitran hatin gotin û piştî meşê li hewşa Muzeya Mêrdînê hunermendên xwemalî û biyanî konser dan.

- "Armanca me ew e em 12 hezar zarok bicivînin"

Rêveberê Muzeya Mêrdînê Nîhat Erdogan anî ziman ku dixwazin bi vê festîvalê zarokan kêfxweş bikin û wiha got, "Hêviya me ew e ku zarok bi aramî û bextewerî ber bi siberojê ve biçin. Armanca me ew e di vê festîvalê de em 12 hezar zarok bicivînin. Em herkesî dawetî festîvalê dikin."

Hat ragihandin ku ji derveyî welêt ji welatên weke Amerîka, Îran, Îtalya û Sirbistanê 27 muzikjen beşdarî vê festîvalê dibin. Li seranserê hefteyê dê atolye li Mêrdînê û li Nisêbînê li navendê Sîrkxaneyê bidomin.

Dê girtina festîvalê 15ê temûzê li Nisêbînê be.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE