Fîlma "120 lehengên Vanî"

Ciwanên Gevaşê fîlma şehîdên eniya Vanê kişandin

Fîlma "120 lehengên Vanî"

Di yekemîn şerê cîhanê de li wanê 120 ciwanên temenê wan di navbera 12 û 17 saliyan de, ji bo leşkeran xwarin û cebilxane dibirin eniyê. Ji ber hewaya sar ji 120 ciwanan 80 kes di riya vegerê de cemidîne û şehîd bûne. Ciwanên Gevaşê bi derfetên xwe derbarê serpêhatiya wan ciwanan de fîlma bi navê "120 lehengên Vanî" kişandin.

Di yekemîn şerê cîhanê de 120 kesên ji 18 salî biçûktir xwarin dibirin eniya şer.

Ji wan 80 kes şehîd ketibûn.

Ciwanên Gevaşa Vanê jî ji bo biranîna wan bi derfetên xwe fîlmek çêkirin.

Derhênerê fîlmê rojnameger û nivîskar Yûsif Îdîz û nivîskarê senaryoyê jî Necat Kaçmaz e.

Versiyona bi Kurdî ya fîlmê jî hat çêkirin.

Ligel fîlmê li Wanê ji bo bîranîna 120 lehengan merasîmek hat lidarxistin.

Walî û rayedarên bajêr tev li measîmê bûn.

Waliyê Vanê Mehmet Emin Bilmez: "em îro şehîdan bi rihma xwedê bi bîr tînin. Ji bo yekîtiya axa me ew şehîd bûn. Em ji bo hemû şehîdên xwe rihma xwedê dixwazin."

Di merasîmê de Qurana pîroz hat xwendin dia hatin kirin û merasîm bi dawî bû.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE