Fîlma Yilmaz Güney “kerî” beriya vê bi 41 salan, li berwariya sêrtê hat kişandin. Lîstikvanên fîlmê yên sax, çûn berwariyê û wan bi welatiyan re li fîlmê temaşe kir.
Fîlma Kerî di sala 1978an de li Berwariya Sêrtê hat kişandin û gelek xelat girtin.
Fîlmê wê heyamê dengekî mezin veda.
Senaryo Yilmaz Güney nivîsandibû. Lê ji ber ku ew di girtîgehê de bû Şerîf Gören fîlm kişand. Tarik Akan, Melike Demirağ û Tuncel Kurtiz di fîlmê de lîstin.
Lîstikvanên fîlmê yên sax careke din çûn Bewariyê û wan di mihrîcana fîlman a Sêrtê de li Kerî temaşe kir.
Sêrtî bi hûr û giran çûn temaşeya fîlmê.