Fuara dayik, zarok û pitikan

Amûrên zarokan, mama, xurekên organîk û lîstik, ji bo dayik û zarokan her tişt heye

Fuara dayik, zarok û pitikan

Fuara dayîk û zarokan li Stenbolê cara 7an dest pê kir. Dayîk û bav û kesên ku wê nû bibin xwedî zarok, di fuarê de her tişt ji bo we ye. Erebok, pêlîstok, mama, doşek û yên din. Fuar heya roja yekşemê danê êvarê devam dike.

Pêlîstok, mama, potên zarokan û xurekên organîk… Bo zarok û bebekan her çi hewce be di vê fuarê de heye.

7. Fuara dayîk zarok û pitikan li Harbiyeya Stenbolê li eywana kongreye dest pê kir. Zarok ji xwe re dilîzin dayîk û bav jî ji bo wan li amûrên nû dinêrin.

Di fuarê de di navbera bavan de pêşbaziya guhertina potê bebekan jî hate kirin. Armanc ewe ku bav jî bikarin alikariya dayikan bikin

Li fuarê dê û bavên nû dikarin ji pisporan derheqê bebekên xwe de agahî werbigrin. Fuar heya roja yekşemê danê êvarê wê dewam bike.

Dîroka nûkirinê: 15 Kanûn 2018, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE