Fuara Gurmeyan û Tehmên Mehelî

Ji 55 bajaran 175 fîrma bi berhemên xwe beşdarî fuara Diyarbekirê bûn.

Fuara Gurmeyan û Tehmên Mehelî

Li Tirkiyê fuara herî bitehm û şîrîn li Diyarbekirê vebû. Ji 55 bajaran 175 fîrma bi berhemên xwe yên xweş beşdar bûn.

Fuara rengîn bi birîna qurdeleya 53 metre penîrî hat vekirin.

Ciwanên Rîze û yên Diyarbekirê govendên mehelî lîstin û dengbêjan sahne girt.

Fuara gurmeyan û temên herêmî cardin vebû.

Mişmişên Meletiyê, kebabê Erziromê, penirê Wanê, qedayifê Diyarbekirê, qaşarê Qersê û bindeqên Rîzeyê berhemên 55 bajaran li ser sifreya mezopotamyayê kom bû.

Waliyê Diyarbekirê Munir Karaloglu, Waliyê Rîzeyê Kemal Çeber, şaredarê Antalyayê Muhuttin Böcek û parlamenterên AK Partiyê Mehdî Eker û Ebubekir Bal li fuarê hazir bûn.

Gelê Diyarbekirê him danûstendina xwe kir him jî bi tehma xurekan nihêrî.

Fuara taybet ji bo nasandina mutbexa herêmê û turîzma gastronomiyê jî girîng e.

Di çarçoveya fuarê de wê pêşbirka xwarinên bajaran were lidarxistin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE