Li Stenbolê fuara hec, umre û turîzmê dest pê kir. Nûnerên firmayên geşt û gerê û nûnerên otelên Mekke û Medîneyê beşdar in. Tê xwestin pirsgirêkên organîzasyonên hec û umreyê safî bibin û di bihayên wan de jî erzanî çêbe.
Di meha îlonê de heyama umreye dest pê dike.
Li Stenbolê jî di vî warî de niha fuareke girîng heye.
Fuara hec, umre û turizmê li eywana kongreyê ya Lütfü Kırdarê dest pê kir.
Ji Tirkiyeyê dora 300 acenteyên geşt û gerê beşdar in. Ji Erebistana Siudî jî hama ewqas hene. Ji bo fuarê me stenbol hilbijart. Me got bila acenteyên gerê û firmayên turizme yên herdu welatan werin ba hev.
Tê xwestin organizasyonên hec û umreye bi rêkûpêk bêne kirin.
Fuar 29ê vê mehê roja pêncşemê jî dewam dike.
Têketina fuarê bêpere ye.