Fuara Kovaran a TURDEBê wê di 2yê Hezîranê da çêbibe

Fuara Kovaran a ji hêla Yekîtiya Kovaran a Tirkiyeyê (TURDEB) va her sal tê lidarxistin di 2yê Hezîranê da wê li Gara Sîrekeciyê çêbibe.

Fuara Kovaran a TURDEBê wê di 2yê Hezîranê da çêbibe

Li ser malpera TURDEBê hat gotin îsal fuar wê cara 11emîn li Gara Sîrekeciyê di navbera 2-7ê Hezîranê da bê lidarxistin.

Di fuarê da nivîskarên kovaran wê berhemên xwe îmze bikin.

Kovarên salê, edîtor, weşanger û dîzaynkerên kovaran wê bi xelatan va bên xelatkirin.

Îsal ji dervayî welêt jî wê mirov beşdarî fuarê bibin.

Li ser malpera "turdeb.org"ê agahî wê bên şopandin.

Hat ragihandin fuar par hatibû betalkirin, ji ber vê kovarên ji bo beşdarî fuarê bibin pere dabûn ji ber betalbûnê îsal bêyî ku pereyan bidin wê beşdarî fuarê bibin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE