Qeymeqamî û Şaredariya Şirnexê bi hev re “fuara perwerde û kariyerê” li dar xistin. Xwendekarên lîseyê û yên amadehiya zanîngehê dikin, li standên zanîngehan geriyan û agahî standin.
Li Kuçeya Hunerê ya Şirnexê “Fuara Perwerde û Kariyerê” hat vekirin.
Ji welêt û derwelêt 30 zanîngehên cuda di fuarê de stand vekirin.
Fuara ku ji aliyê Qeymeqamî û Şaredariya Şirnexê hat lidarxistin, bala xwendekarên lîseyê pir kişand.
Xwendekarên ku haziriya zanîngehê dikin, li standên zanîngehan geriyan û ji wan agahî girtin.