Li Elbaka navçeya Wanê bi destê Şaredarî û Midûriyeta Perwerdeyê cara ewil fuara pirtûkan hat vekirin. Nivîskar û helbestvan di fuarê de bi pirtûkhezan re hatin cem hev. Fuarê 2 rojan dewam kir.
Şaredarî û Midûriyeta Perwerdeyê ya Elbaka navçeya Wanê ji bo xwendina pirtûkan bidin zêdekirin û gel teşwîq bikin, fuara pirtûkan li dar xist.
Li Elbakê cara ewil fuara pirtûkan hat vekirin.
Fuar li salona sporê hat vekirin û 2 rojan vekirî ma.
Fuar ji bo xwendekarên gundan ku derfetên wan kêm in, gelek bi fêde bû.