Fuara pirtûkan dîsa li Sultanahmetê ye

38. Fuara Çand û Pirtûkan a Tirkiyê dest pê kir.

Fuara pirtûkan dîsa li Sultanahmetê ye

Fuara weşanên olî ya ku li Stenbolê her sal di meha Remezanê de dest pê dikir, ji ber ku cih nehatibû nîşandan venebibû. Walî Ali Yerlikaya gava bû Wekîlê Şaredarê Stenbolê tavılî cih da û fuar dîsa lı Qada Sultanahmetê vebû. Her wiha fuar îsal dê li hewşa Mizgefta Çamlicayê jî hebe û heya şeva Leyletul Qedrê xizmetê bide.

Kevneşopa 38 salî bi derengî be jî dest pê kir.

Fuara Çand û Pirtûkan a Tirkiyeyê dîsa li Qada Sultanahmet vebû.

Beşeke fuarê jî li hewşa mizgefta Çamlicayê ye.

Her du cih jî ji aliyê Serokê Karên Diyanetê Ali Erbaş ve hatin vekirin. Ali Erbaş got ‘’İnşallah ev fuar jî ji bo me suffe ye dibistanek e. armanca me jî îrşad e, perwerdekirina mirovan e. em ê ji bo vê bixebitin. Heke mirov ji bo ku Quranê baş fehm bike pirtûkan bixîne, ev dibe mîna îbadetên nafîle. Xwedê xwendina bi vê nîyetê nesîbe me hemuyan ke’’.

Di fuarê de pirtûkên olî, dîrokî û yên ji bo zarokan peyda dibin.

Di roja ewil de jî eleqeya welatiyan zêde bû.

Li qada Sultanahmetê 150, li çamlıcayê jî 120 weşanxaneyan dezgeh vekirine.

Seranserê fuarê dê rojên îmzayê û sohbetên ligel nivîskaran bên saz kirin.

Fuara pirtûkan li her du cihan jî heya 31ê Gulanê ji seat 11ê sibê heta 12 şevê dê vekirî be.

Dîroka nûkirinê: 16 Gulan 2019, 16:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE