Fuara kıtêban a TUYABê ya li Diyarbekirê xilas bû. Îsal elaqeya xelkê, li gorî salên borî pirtir bû. Weşanger û nıvîskarên kurd jî ji elaqeya xwîneran razî bûn.
Fûara Kitêban a Tuyabê ya li Diyarbekirê xilas bû.
Fuarê 9 rojan dewam kir. Eleqeya xwîneran a ji bo fuarê îsal gelek zêde bû.
Bi taybetî herdu dawiyên heftê, ji ber qelebalixiyê, li fuarê rê û rêwanî tunebû.
Hûr û gir, zarok û mezin gelek kesan di roja dawî de berê xwe da qada fuarê.
Weşanxane û nivîskarên Kurd jî ji eleqeya xwîneran razî bûn.
Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2019, 16:42