Galaya kurtefîlma “li pey bafirokan”

Piştî gelek salan jiyana wênekêş Zahit Mungan bû kurtefîlm...

Galaya kurtefîlma “li pey bafirokan”

Jıyana wênekêşê bafırokan Zahît Mungan piştî gelek salan bi navê “li pey bafirokan” bû kurtefîlm. Ji bo kurtefîlmê galayek hat lidarxistin. Kurtefîlmê, di festîvalên neteweyî û navdeweletî de hin xelat jî standin.

Wênekêşê bafirokan Zahit Mungan li Mêrdînê dijî.

Bi salan wêneyên bafirokan kişandin û her tim dixwest ku jiyana wî bibe kurtefîlmek.

Herî dawî wênekêş Zahît gihîşt xeyal û miraza xwe.

Bi navê “Li Pey Bafirokan” ji aliyê derhênerekî ve li ser jiyana wî kurtefîlmeke 14 deqeyan hat kişandin.

Ji bo kurtefîlmê gala jî hat lidarxistin û gelek welatî û hunermend beşdarî galayê bûn.

Her wiha kurtefîlmê di festîvalên neteweyî û navdewletî de çend xelat jî standin.

Dîroka nûkirinê: 03 Cotmeh 2019, 12:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE