Geliyê Madavansê ji bo turîzmê tê amadekirin

Ji bo şikeftên dîrokî bên parastin û ji turîzmê re vebin xebat tên kirin.

Geliyê Madavansê ji bo turîzmê tê amadekirin

Li Geliyê Madavansê, di şikeftên dîrokî de rêç û şopên jiyana heyama neolîtîk hene. Serokkomariyê di sala 2020’an de gelî xist nav lîsteya cih û warên ku wê teqez bên parastin. Niha xebat tên kirin ku gelî ji bo serdana turîstan vebe.

Geliyê Madavansê li Ahlata Bitlisê ye û li geliyî gelek şikeft hene.

Li cih û warên dîrokî rêç û şopên heyama neolîtîk xuya dikin.

Ji xelkê herêmê hinek hêj beriya 40 salan li van cihên dîrokî dijiyan. Ew jî behsa demên berê dikin û dixwazin xebatên restorasyonê dest pê bikin.

Ji bo ev ev şikeft û xwezata geliyî xera nebe, Serokkomariyê di 2020an de biryara parastinê dabû.

Qeymeqamiyê ji bo parastina Geliyê Madavansê projeyek amade kir. Piştî qebûlkirina projeyê xebat hatin destpêkirin.

”Di sala 2020’an de Serokkomariyê gelî û şikeftên dîrokî xistin nav lîsteya berhemên ku wê teqez bên parastin. Me jî serî li Ajansa Pêşketinê ya Anadola Rojhilat da. Projeya me hat qebûlkirin. Em ê ji bo turîzma bajêr geş bibe dest bi xebatan bikin.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE