Qeymeqamî û Midûriya Perwerdeyê ya Xelatê ji bo danasîna dîrok û qadên dîrokî yên bajêr ji bo xwendekarên gundan bernameyeke geşt û gerê li dar xist. Gelek xwendekarên ku cara ewil cihên dîrokî dıbînin têra xwe geriyan.
Xebatên ji bo danasîna Xelata dîrokî dewam dikin.
Qeymeqamî û Midûriya Perwerdeyê ya Xelatê vê carê ji bo xwendekarên gundan bernameyeke geşt û gera dîrokî li dar xist.
Xwendekar bi rêberiya pisporan li qad û deverên dîrokî yên Xelatê hatin gerandin, derheqê herêmê de agahiyên girîng girtin.
Piştî gerê, bi qasî 200 xwendekar li Salona Konferansê ya Ertuğrul Gaziyê civiyan û li vir li fîlm û belgefîlmên derheqê dîroka Xelatê de temaşe kirin.