Li Midyada Mêrdînê liv û tevgera turîstan zêde bû. Turîstên ku ewil diçin bajêr laçekên rengoreng distînin û didin serê xwe.
Bi sistkirina tevdîran gera turîstan zêde bû.
Navçeya Midyadê niha eleqeyeke mezin dibîne.
Gelek turîst gava ewil li bajêr digerin laçekan distînin û li serê xwe badidin.
Laçekên rengîn her ku diçe zêdetir navdar dibin.
Laçekên rengîn di salên dawî de wek sembola herêmê bi nav deng bûye.