Bajarê dîrokî Mêrdîn li herêmê yek ji wan bajarê herî navdar e. Ji navwelêt û derwelêt gelek welatî di her demsalê de ji bo geştûgerê tên Mêrdîn û navçeya wê Mîdyatê. turîst di nava avahiyê dîrokî de govendê digerînın.
Cihê qedîm, bajarê çand, dîn û dîrokê Midyad….
Bi berhemên xwe yên kevnare û qedîm bi sedsalan e ku li ser piyan e.
Ji bo vê yekê jî ev der bala tûrîstan dikşîne û kuçe û kolanên Midyada Mêrdînê tijî turîst dibin.
Turîstên tên bajêr li cihên dîrokî digerin û li ber koma mûzîkê ya ku qeymaqamiyê avakiriye govendê digerinîn.
Koma mûzîka Mêrdînê jî ji bo kesên ku tên bajêr li amûrên mûzîkê dixin, stranên bi Kurdî dibêjin.