Geştyaran berê xwe da Bêşebabê

Turîstan him sirûşta navçeyê eciband him jî cil û bergên herêmî li xwe kirin

Geştyaran berê xwe da Bêşebabê

Piştî çend salan geştyaran berê xwe da Bêşebaba Şirnexê. Komek turîst ewilî li Siruşta navçeyê geriyan, pişt re hatin cil û bergên herêmî li xwe kirin. Kêfa geştyaran gelekî ji vê gerê re hat.

Hin kes ji Stenbolê…Hin kes ji Enqerê…Hin kes jî ji Îzmîrê hatin….

Komek turîst cara ewil hatin navçeya Bêşaba Şirnexê.

Ewilî berê xwe dan siruştê.

Di nav dar û kulîlkan de meşiyan û li ber sûlavan wêne girtin.

Geştyarên ku cara ewil hatin navçeyê têra dilê xwe geriyan.

Pişt re jî berê xwe dan cil û bergên herêmî û ew li xwe kirin.

Kêfa geştyaran gelekî ji ger û navçeyê re hat.

Dîroka nûkirinê: 15 Gulan 2019, 11:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE