Keç û xortan li qeraxa behrê têra dilê xwe kêf kir
Festîvala muzîk û ciwanan a rojhilat, Gezginfestvanê bi coş dest pê kir. Bi hezaran keç û xort, bi stranbêjên navdar, bi têra dilê xwe kêf kirin.
Piştî li herêmê hizûr û aramî çêbû, çalakî û organîzasyonên civakî pêk tên. Yek ji wan feliyetan jî festîvala Gezginfestvan e ku li Westana Wanê tê çêkirin.
Nêzî 15 hezar ciwanî, berê xwe dan qeraxa behra Wanê û konên xwe danîn.
Li herêmê cara ewil organîzasyoneke wisa berfireh çêdibe.
Keç û xortan bi kilamên stranbêjên navdar, bi têra dilê xwe guh dan muzîkê û kêf kirin. Ne tenê ji Wanê ji gelek bajaran însan hatin vê şahiyê
Ciwan ji vê rewşê gelek razî ne û dibêjin ger teror tune be her tişt xweştir e.