Girê Mirazan wê di fîlma "Rafadan Tayfa" ya duyemîn de were nasandin

Derhênerê fîlmê Îsmaîl Fîdan: "Fîlma me ya nû de karakterên me Kamil û Hayrî ne wê li Girê Mirazan yê Şanliurfayê wê bigerin. Em ê di fîlmê da behsa dîroka herêmê ya 12 hezar sal beriya vê bikin"

Girê Mirazan wê di fîlma "Rafadan Tayfa" ya duyemîn de were nasandin

Girê Mirazan yê ku di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da ye wê di fîlma anîmasyonê ya "Rafadan Tayfa" ya nû de were nasandin.

Fîlma "Rafadan Tayfa"ya ewil anîmasyon bi hevkariya TRT û Wezareta Çand û Turîzmê hatibû çêkirin.

Fîlma ewil "Rafadan Tayfa: Maceraya Dehlîzê" di sala 2018an de di nav fîlmên anîmasyonê yên ku herî zêde hatine temaşekirin de bûbû yekemîn.

Li gor pîlanê fîlma dûyemîn vê dorê wê Girê Mirazan (Gobeklîtepe) yê ku li Şanliurfayê ye wê bide nasandin.

Ekîba fîlmê ji bo fîlma nû hat Şanliurfayê û dest bi xebatan kir.

Çêker û ekîba fîlmê li Şanliurfayê bi hin dîroknas û arkeologan re hatin balhev.

Derhênerê fîlmê Îsmaîl Fîdan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku fîlma wan ya ewil gelekî hatibû ecibandin û wan ji bo çêkirina fîlma duyemîn biryar daye. Fîdan got ku îro hema hema hemû zarok fîlmê wan temaşekirine û wiha axivî:

"Di fîlma me ya duyemîn de karakterên me Kamil û Hayrî vê dorê wê biçin Girê Mirazan kifş bikin û bigerin. Em ê di fîlmê da behsa dîroka herêmê ya 12 hezar sal beriya vê bikin. Fîlma me heta niha bi tenê xitabî zarokên li Tirkiyeyê dikir, lê ya nû de em ê xitabê hemû zarokên dinyayê bikin. Em ê bi saya vê fîlmê welatê xwe bi hemû zarokên dinyayê bidin nasandin."

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Çile 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE