Girê Şêran ê dîrokî

Li devera tarîxî gerdenî û bazinên cam ên heyama neolîtîk hatin dîtin.

Girê Şêran ê dîrokî

Arkeolog niha girê şêran ê Malatyayê dikolin. Wan herî dawî ji 5 goran gerdenî û bazinên cam ên heyama neolîtîk derxistin...

Girê Şêran ê dîrokî di nav sînorê Malatyayê de ye.

Li girê dîrokî heta niha gelek berhemên ji heyama Neolîtîk hatine dîtin.

Xebatên li deverê dewam dikin.

Tîma kolanê niha goristaneke dîrokî dikole.

Heya niha ji 5 goran gerdenî û bazinên cam ên gelekî kevin hatin derxistin.

Seroka Tîma Vekolînê Bijîşka Doçent Francesca Balossi Restelliyê got, “Bazin û gerdeniyên ku me dîtin, ji Serdema Navîn mane.”

“Gerdeniya cam ji gorên pitikan derketin. Berhem ji Serdema Navîn mane. Di 5 goran de him gerdenî, him jî bazinên rengîn ên ji camê hebun.”

Her wiha berê jî i Girê Şêran ji heyamên Hûrrî, Hîtît, Roma û Bîzansiyan berhemên cur bi cur hatibûn deranîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE