Girava Axdamarê li benda UNESCOyê ye

Di nav 7 mehan de 83 hezar kesan Muzeya Abîdeyê ya Axdamarê ziyaret kir.

Girava Axdamarê li benda UNESCOyê ye

Muzeya Abîdeyê ya Axdamarê ya ku 3 sal berê li ser Lîsteya Berwet a Mîratên Dinyayê ya UNESCOyê hat zêdekirin, her sal ji hêla bi hezaran turîstên herêmî û biyanî va tê ziyaretkirin.

Li gor rîwayetê bi emrê Qral Gagikê 1emîn piştî zayînê di navbera salên 915-921an de li navçeya Gewaşa Wanê li giravê dêrek hat avakirin. "Xaça Heqîqî" ya ku ji Qudsê revandin Îranê û paşê di sedsala 7emîn de anîn Wanê li gor rîwayetê li vê dêrê ye.

Di sala 2005an de Wezareta Çand û Turîzmê 4 milyon lire xerc kir û ev dêr nû kir.

Xebatên nûkirinê 2 salan dewam kir û gelek pispor, arkeolog, endezyar û avahîsaz di vê projeyê de xebitîn ku ew li gor eslê xwe bê nûkirin.

Muzeya Abîdeyê ya Axdamarê (dêr) paşê bi merasimeke fermî ya ku gelek kesên payebilind ên ji Tirkiye û Ermenistanê beşdar bûn ve hat vekirin.

Ev dêra sembola xweşbînî û dilsoziyê ya ku 55 kîlomêtro dûrî Wanê ye û turîst bi keştiyan ve xwe digihîninê, niha bendê ye ku bikeve Lîsteya Daîmî ya Mîratên Dinyayê ya UNESCOyê.

Turîstên dixwazin herin giravê piştî rêwitiyeke nîvsaetî dikarin xwe bigihînin giravê û dêrê ziyaret bikin.

Li Girava Axdamarê turîst him dêrê ziyaret dikin, him dîmenan temaşe dikin û him jî dikarin bikevin Gola Wanê û avjeniyê bikin.

- Çîroka Axdamarê

Der barê çîroka Axdamarê de gelek rîwayet hene, lê yek ji wan di nav gel de zêdetir tê qebûlkirin.

Li gor rîwayetê Tamaraya qîza serkeşîşê Ermeniyan a ku bi rindbûna xwe va balê dikşîne, dibe aşiqa şivanekî.

Şivanê ciwan her şev avjeniyê dike û wisa diçe Tamarayê bibîne. Tamara jî bi fenereke destan ve dibe alîkarê wî ku şivan rêya xwe şaş neke û xwe bigihîne wê.

Dema haya keşîş ji vê çêdibe, ew rojeke bi ba û bahoz fenerekê dide destê xwe û dadikeve qeraxê giravê.

Keşîş bi fenera destê xwe va geh diçe wî alî û geh diçe aliyê din, tim cihê xwe diguherîne.

Şivan êdî li ber xwe nade, ji ber avjeniyê diweste û dibêje "Ax Tamara" di golê de winda dibe.

Ji ber vê ye ku ji wê rojê pê ve ev der wek "Ax Tamara" tê binavkirin.

- Di nav 7 mehan de 83 hezar kesî ziyaret kir

Midûrê Çand û Turîzmê yê Wanê Muzaffer Aktug ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand Dêra Axdamarê ji hêla turîzmê va ji bo bajêr cihekî qedîm û bi qîmet e.

Aktug got wan di sala 2015an de serî li UNESCOyê daye û wiha axivî:" Girava me li gor şert û mercên UNESCOyê ye. Di 2015an de li ser lîsteya mîrata berwext hat zêdekirin. Em bi Midûriya Giştî ya Muzeyan re axivîn û hat gotin ji bo ku muze di lîsteya daîmî de cih bigre pirsgirêka demê nemaye. Axdamar mîrateke dîrokî ye û heq dike ku bikeve lîsteyê."

Aktug anî ziman di nav 7 mehan de 83 hezar kesî Girava Axdamarê ziyaret kiriye û wiha dewam kir: "Her sal em serî li UNESCOyê didin. Midûriya Giştî ya Muzeyan got Muzeya Abîdeyê ya Axdamarê ji bo ku bikeve lîsteya daîmî xebat hatine destpêkirin."

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Tebax 2018, 14:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE