Goristana dîrokî ya Çelebibaxiyê

Li vir gelek tirbên kevn ên ji dema Osmaniyan û Selçukiyan hene.

Goristana dîrokî ya Çelebibaxiyê

Goristana Çelebibaxiyê li Erdîşa Wanê ye. Di goristana dîrokî de ji dema Selçukiyan bigirin heta dema Osmaniyan gelek berhemên kevnare hene. Di xebatên arkeolojîk de derket holê ku dîroka vê goristanê heta beriya mîladê 3 hezar salan diçe.

Dîroka Goristana Çelebibaxiyê gelekî kevn e û 10 kîlometreyan dûrî Erdîşa Wanê ye.

Di goristana dîrokî de ji dema osmaniyan bigirin heta dema selçukiyan gelek tirbên dîrokî hene.

Akdemîsyenê Dîroka Sin’etê Înan Bozkayar behsa xebatên restorasyonê yên zanîngeha Wan Yuzinciyiliyê kir.

Di vê goristanê de hemû cureyên tirban hatine çêkirin; ji bo vê jî cihekî gelekî girîng e.

Mamoste Bozkayar dibêje divê em xwedî li goristana dîrokî derkevin. Ev jî ji bo dîroka bajarê me pirr muhîm e.

Dîroka nûkirinê: 23 Gulan 2019, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE