Li Tîlloya Siirtê, xebatên li ser goristana dîrokî qediyan. Di karûbarên arkeolojıyê de gelek kêl ji bin xweliyê hatin derxistin. Li goristanê restorasyon û konservasyon qediyan. Welatî êdî karin biçin nav goristana 300 salî.
Goristana dîrokî ya Siltan Memduh li Tîlloya Siirtê ye.
Di sala 2018an de bi destûra Wezareta Çandê li goristanê xebatên arkeolojîk çêbûn.
Di xebatan de kêlên gor û tirbên kevn jî ji bin axê hatin derxistin.
Li gorî pispor û dîroknasan li goristanê, gelek mezelên taybet jî hene.
Midûriya Muzeyan a Batmanê jî li goristanê restorasyon û konservasyon kirin.
Derdora goristanê jî hat verastkirin. Bi vî awayî goristan ji bo turîzma çand û baweriyê hazir bû.