Kesên ku ji bo pîrozbahiyên 947emîn salvegera Serkeftina Milazgirê hatin Milazgira navçeya Mûşê û Xelata navçeya Bidlîsê Goristana Meydanê ya Selçukiyan a Xelatê jî ziyaret kirin.
Goristana Meydanê ya Selçukiyan a Xelatê goristana Tirk-Îslamê ya herî mezin a dinyayê ye û di Lîsteya Berwext a Mîrata Çandî ya Dinyayê ya UNESCOyê de cih digre.
Di goristanê de 8 hezar û 200 kevirên gorê yên bi nivîs û nexşan va xemilandî hene.
Mêvanên hatin navçeyê çûn goristanê ji bo miriyan dia kirin û bi van keviran ve wêne kişandin.
Hîndekara Zanîngeha Uludagê Sevgî Yuksel Uzunoza ku çû ziyareta goristanê got ew li vir bûye şahidê dîrokê û kêfxweş e.
Uzunoz got divê her kes bê ziyareta vê derê û wiha dewam kir: "Di lîseyê de ez der barê vir de bûbûm xwedî agahî. Min wê demê xwestibû ez bêm û bibînim, lê qismet îsal bû. Ez pêşniyaz dikim ku bila her kes bê û bibîne."
- "Welat welatê me hemûyan e"
Hande Uzunozê jî got cara ewil e ew hatiye vê goristanê û got ev der baş hatiye parastin, dîrokê tîne bîra mirov.
Fîkrî Algul jî kêfxweşiya xwe anî ziman û got ew serfiraz e ku hatiye li ser gora ecdadê xwe û spasiya Serokomar kir ku ew bi saya wî hatine.
Oktay Aydin jî anî ziman divê qîmeta welêt bê zanîn û wiha axivî: "Welat welatê me hemûyan e. Xelat yek ji cihên herî xweş ê welatê me ye. Ji hêla yekîtiya neteweyî ve em rojên xweş dijîn. Dema em tên li van deran em serfiraz dibin û dibînin ku eslê me çiqas bihêz e."
Nevzat Ozelê ji Stenbolê û Yasîn Demirê ku ji Kanadayê hatine jî behsa dîrokê, pîrozbahiyan kirin û kêfxweşiyên xwe anîn ziman.
Asli Degera ji Xelatê ye jî got heta çend sal berê jî Xelat bi têra xwe nedihat nasîn lê bi saya Serokomar û pîrozbahiyan ev der baş hat nasîn.
AA