Gorên dîrokî yên li herêmê

Çav li rê ne ku di nav demeke kurt de gor bên restorekirin

Gorên dîrokî yên li herêmê

Gundê Engesorê li Tatvana Bitlisê ye û cihekî dîrokî ye. Li gundê Engesorê gelek gorên dîrokî hene. Gor di sala 1997an de hatine tescîlkirin û tên parastin. Lê ji bo ku gor derkevin holê, divê xebatên restorasyonê bên kirin.

Li herêmê gelek cih û warên dîrokî û kevnare hene. Gundê Engesorê jî li Tatvana Bitlisê ye û li vir gelek gorên dîrokî hene.

Dîroknas Prof. Mehmet Demirtaş li Zanîngeha Bitlis Erenê di beşa dîrokê de akademîsyen e. Mamoste Demîrtaş dibêje gor di sala 1997’an de gor hatin tescîlkirin û tên parastin.

Akademîsyen Demîrtaş dibêje li gundê Engesorê bi tevahî 72 heb gor hene. Gor di sedsala 13emîn de hatine çêkirin.

Mamosteyê dîroknas dibêje her çiqas gor hatibin tescîlkirin jî zêdetir xizmet nehatiye kirin. Ji ber vê yekê di turîzma bajêr de cihê goran kêmtir e.

Çav li rê ne ku di nav demeke kurt de li ser goran xebatên restorasyonê dest pê bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE