Guliyên xwe bi morikan dixemilînin

Keçên Mêrdînî can didin kevneşopiya ku hatiye jibîrkirin...

Guliyên xwe bi morikan dixemilînin

Li Midyada Mêrdînê, kevneşopiya ku beriya 60 salî hatibû jibîrkirin, ji nû ve tê vejandin. Êdî keçên navçeyê porê xwe bi morikan dixemilînin. Ji bo vê jî li navendeke çand û hunerê, kursa vî karî tê dayîn.

Beriya 50-60 salî, keçên ciwan guliyên porê xwe bi morikên rengorengo dixemilandin.

Lêbelê ev kevneşopî ji bi demê re hat jibîrkirin.

Her çiqas ji ser re gelek wext derbas bibe jî, keçên Midyadî ji nû ve can didin vê kevneşopiya xweşik.

Ji bo vê jî li Navendeke Çand û Hunerê kursa vê kevneşopiyê tê dayîn.

Mamosteya vê kevneşopiyê dibêje: “Ji bilî keçên me, Turîstên ku tên Midyadê jî gelek bala xwe didin vê kevneşopiyê.”

Dîroka nûkirinê: 12 Mijdar 2019, 17:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE