Gumbeta 200 salî

Gumbeta Hamurê ya li Ağrıyê ev 200 sal in li ser xwe ye.

Gumbeta 200 salî

Gumbeta Hamurê ya li navçeya Hamura Ağrıyê ev 200 sal in li ser xwe ye. Li gorî texmînan gumbetê di salên 1800î de hatiye çêkirin. Tevî estetîka xwe ya cuda gumbetê heta niha eleqeyeke zêde nedîtiye.

Gumbeta Hamurê bi sedan sal in li ser xwe ye.

Tê gotin Îsheq Paşa gumbet wek qebreka malbatê daye çêkirin.

Lê heta niha li ser gumbetê agahiyeke zelal nîne.

Tê texmînkirin ku di salên 1800î de hatiye avakirin.

Li ser gumbetê gelek nivîs hebûn lê gelek jê xira bûne û nayên xwendin.

Li gorî hejmarên erebî sal wek 1227 dinivise, ew jî li gOrî teqwîma mîladî dibe 1812.

Şaredarê Hamurê Cezmi Ergül dibêje gumbet ji bo malbata Îshaq Paşe ji aliyê Îbrahîm Paşa hatiye çêkirin.

Tevî nediyariya dîroka wê gumbeta dîrokî semboleke navçeyê ye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE