Haluk Bilginer di Xelatên Emmy yên 47emîn da wek lîstikvanê herî baş" hat hilbijartin

"Ev xelat ne ku dan min lê ji ber ku ji Tirkiyeyê ra çû, ez gelekî kêfxweş im"

Haluk Bilginer di Xelatên Emmy yên 47emîn da wek lîstikvanê herî baş" hat hilbijartin

Haluk Bilginer di Xelatên Emmy yên Navneteweyî yên 47emîn da ji ber performansa xwe ya di rêzefîlma Şexsiyetê da wekî lîstikvanê herî baş hat hilbijartin.

Xelatên Emmy yên Navneteweyî ku bi îsal va ji bo cara 47emîn hat lidarxistin, di merasima ku li New Yorkê bi rê va çû da hatin belavkirin.

Di beşa lîstikvanê herî baş da ji Tirkiye, Îngiltere, Almanya û Brezilyayê 4 kes namzed hatin destnîşankirin.

Herwiha hunermend Bilginer di Xelatên Emmy yên Navneteweyî yên 47emîn da layîqî xelata "lîstikvanê herî baş" dîtin.

Bilginer di rêzefîlmê da karakterê Agah ku nexweşiya wî ya alzaymirê heye û kujerê kuştina li dû kuştinê ye, dileyîze.

Haluk Bilginer piştî ku xelat wergirt, daxuyanî da peyamnêrê AAyê û wiha axivî, "Hestên min ên niha gelekî xweş in. Ev xelat ne ku dan min lê ji ber ku ji Tirkiyeyê ra çû, ez gelekî kêfxweş im. Ev karê ku me bi kêfxweşî kir, ji aliyên kesên din di platformên navneteweyî da jî tên pîrozkirin ku ji bo me ev yek ciyê şanaziyê ye. Ez zehf bextewar im."

Di merasimê da 2 xelatên taybet, 11 jî yên Emmy hatin dayîn. Xelata lîstikvana herî baş jî dan lîstikvana Macar Marina Gerayê.

Di beşa komediyê da fîlma herî baş ji Brezilyayê Especial de Natal Porta dos Fundos (The Last Hangover), di beşa fîlma belgefîlmê ya herî baş da ji Hollandayê Bellingcat - Truth in a Post-Truth World, di beşa dramayê da rêzefîlma herî baş ji Îngiltereyê McMafia, di beşa rêzefîlma kurt a herî baş jî ji Awistralyayê Safe Harbour hatin hilbijartin.AA

Dîroka nûkirinê: 26 Mijdar 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE