Hedefa "Bajarê Binavbûyî" UNESCO ye

Li Sîvrîceya navçeya Elezîzê di nav Gola Xezerê da bajarekî dîrokî yê gel jê ra dibêje "Bajarê Binavbûyî" heye û niha tê xwestin ku ew der di nav Lîsteya Berwext a Mîrateyên Dinyayê ya UNESCOyê da bê bicihkirin.

Hedefa "Bajarê Binavbûyî" UNESCO ye

"Bajarê Binavbûyî" yê ku li Sîvrîceya navçeya Elezîzê di bin ava Gola Xezerê da maye ji bo ku di Lîsteya Berwext a Mîrateyên Dinyayê ya UNESCOyê da cih bigire hewl tê dayîn.

Ava di Gola Xezerê da ji salên 1830yî her ku çû zêde bû û bajar da ber xwe û ew der di bin avê da ma. Niha bi tenê girikên bajêr ên bilind û devera ku jê ra dibêjin "Girava Dêrê" xuya dike.

Şaredariya Sîvrîceyê ji bo ku ew herêm wek mîrate bê qebûlkirin par serî li UNESCOyê dabû û niha li benda bersiveke erênî ne.

Xebat û lêkolînên di bin avê da ku heta niha bi kêm derfetan hatine kirin nîşan didin ku li bajêr û derdora wê piraniya bermayiyan ji sedsala 11emîn mane. Di bermayiyên arkeolojîk ên ji derdora bajêr hatin temînkirin da wisa xuya dike ku ew nêzî 4 hezar salan e ku wek war tê emilandin.

Bajarê Binavbûyî dema ku ji hêla UNESCOyê va bê pesendkirin herêm ji hêla tûrîzma noqê va wê bibe navenda cazîbeyê ya herêmê.

Der heqê Bajarê Binavbûyî da şêniyên li herêmê qala gelek çîrok û efsaneyên curbecur dikin û ji ber ku kolanên arkeolojîk ên di bin avê da nayên kirin jî der barê bajêr da agahiyên teqez nayên zanîn.

Şaredarê Sîvrîceyê Ebubekîr Irmak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Gola Xezerê ya ji ber tepbûna tektonîk a heyama jeolojîk hatiye meydanê bi derdor, siruşt, xweşî û Bajarê Binavbûyî yê ku di nav xwe da dihewîne gelekî balê dikşîne ser xwe.

Irmak destnîşan kir ku li wê derê mîrateyên dîrokî yên pir cidî hene û wiha pê da çû: "Wek şaredarî em dixwazin ku ev ji bin avê bên derxistin. Tê dîtin ku ev der bi salan war bûye. Em wisa bawer dikin ku bûyerên li vê derê qewimîne wê bi taybetiyên xwe di nav lîteratura dinyayê da cih bigirin."

Şaredar Irmak dixwaze ku bila ji hêla ekîbên pispor va li wê herêmê xebatên arkeolojîk ên berfireh bên kirin û bê tespîtkirin ku ka ew der cara ewil ji hêla kê va hatiye emilandin û bûye war.

Devera ku niha ji bo tûrîzma binav wekî çavkanî ye di gername û bîranînan da jî derbas dibe.

Mateosê Urfayî yê ku bi eslê xwe Ermenî ye û di heyama Şelçûqiyan da jiyaye, Sîmeonê ji Polonyayê û Ewliya Çelebî ku di heyama Osmaniyan da jiyane jî di Gernameyên xwe da qala vî bajarê ku hê wê çaxê binav nebûye kirine.

 

 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE