“Helbestvanê Qudsê” çû ser heqiya xwe

Herî zêde jî bi berhemên xwe yên derheqê Qudsê de dihat nasîn… Ji bo nivîskar Nuri Pakdil li Mizgefta Hacı Bayramê merasîm hat lidarxistin

“Helbestvanê Qudsê” çû ser heqiya xwe

Yek ji nivîskarên mezin Nuri Pakdil di 85 saliya xwe de çû ser rehma Xwedê.

Ji ber enfeksiyona riyên hilmijînê, ev demek e li Nexweşxaneya Bajêr a Enqerê derman dibû.

Lê nivîskarê mezin pir li ber xwe neda.

Cinazeyê wî ji Mizgefta Hecî Beyrem hat rakirin. Cinaze piştî nimêjê spartin axê.

Nuri Pakdil di 85 sal emir de gelek berhem nivîsandin. Bi taybetî jî berhemên wî yên derheqê Qudsê de deng vedan. Ji bo vê yekê jî jê re digotin “Helbestvanê Qudsê”.

Wezareta Çand û Turîzmê, Xelata Çand û Hunerê ya Mezin dabû wî.Di Mijdara 2014an de jî Xelata Rêzê ya Necip Fazıl wergirtibû.

Dîroka nûkirinê: 21 Cotmeh 2019, 13:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE