Hemama Artukluyê ya dîrokî hat barkirin

Hemama Artukluyê ya dîrokî ya li Hesenkêfa Batmanê hat barkirin.

Hemama Artukluyê ya dîrokî hat barkirin

Hemama Artukluyê ya li Hesenkêfa Batmanê ya ku giraniya wê hezar û 500 ton e ji bo ku bibin Meydana Parka Çandê ya Nû ya Hesenkêfê, hat barkirin.

Waliyê Batmanê Ahmet Denîz ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji ber projeyên Bendava Ilisuyê û HESê berhemên qedîm tên veguhastin ku ev jî ji bo cîhanê mînakên baş in.

Deniz wiha axivî: "Ji bilî van berheman 6 berhemên din jî wê bên barkirin. Hesenkêf wê bi rastî dîroka xwe biparêze. Yanê Hesenkêf wê bibe navenda turîzmê."

Midûrê Giştî yê DSÎyê Murat Acu jî got dîroka Tirba Zeynel Beg 540 sal e û li cîhanê tekane berhema herî kevn a bêyî ku bê perçekirin hatiye barkirin ev tirbe ye.

Acu got di 12ê Gulana 2017an detirbe bi serkeftî hatiye barkirin û niha jî Hemama Artukluyê ya ku di salên 1200î de hatiye çêkirin tê barkirin.

Acu behsa xebatên barkirinê kir û got ewê di nav 6 saetan de hemamê bibin cihê wê ya nû û wiha axivî: "Tirba Zeynel Beg 200 ton bû, ev jî hezar û 500 ton e. Hesasiyeta me ya ku em nîşanî mîrata dîrokî didin ji hêla navneteweyî va girîng e."

 

 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE