Hemama Artûqiyan li ciyê wê yê nû diedilînin

Hemama Artûqiyan a Dîrokî birin ciyê wê yê nû. Îro jî dê hemamê li ciyê wê yê nû bidin edilandin.

Hemama Artûqiyan li ciyê wê yê nû diedilînin

Li Heskîfa navçeya Batmanê, Hemama Artûqiyan a Dîrokî ku hezar û 500 ton giran e, ji gola bendavê bi wesayîta "SPMT" ku 256 tekerên wê hene û xwedî pergala moduler a ku bi xwe xwe didahfîne, birin ciyê wê yê nû. Îja îro jî dest bi xebatê kirin û dê hemamê li ciyê wê yê nû bidin rûniştandin.

Bi merasima ku Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekir Pakdemir jî beşdar bû va ber destê sibê xebata edilandina Hemam Artûqiyan dest pê kir.

Wesayîta SPMT ku ji 256 tekeran pêk tê ji binê hemamê dikişînin derva û şûna wê, kirîkoyan bi cih dikin.

Hemama dîrokî ya hezar û 500 ton giran ku wer tê plankirin, dê di du saetan da li ser kirîkoyan bi cih bikin, dê paşê jî bi xebateke ku dê 6 saetan biajo li ciyê wê yê nû bidin rûniştandin.

Hat ragihandin ku xebata veguhastina hemamê bi 37 milyon lireyî li ser dewletê bû mal.

 

Dîroka nûkirinê: 08 Tebax 2018, 10:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE