Şaredariya Qoserê, zarokên ku qet neçûne sînemayê birin sînemayê. zarok, bi dîtina sînemayê gelek kêfxweş bûn.
Li Qoserê şaredariyê bi navê “zarok dibin mêvanên sînemayê” proje da destpêkirin.
Li gor vê projeyê ji her gundî zarok diçin sînemayê.
Zarokên ku cara ewil sînemayê dibînin kêfxweş dibin.
Şaredariyê di sala 2017an de ji 65 gundan zarok anîn sînemayê.
Îsal jî armanc 77 gund in.