Li Dêrika Çiyayê Mazî heyama dawşandin û komkirina zeytûnên herêmê dest pê kir. Ji bo vê jî bi beşdariya gelek rayedarên Mêrdîn û Dêrıkê mîhrîcanek hat lidarxistin.
Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê bi zeyt û 10 cûre zeytûnên xwe gelek navdar e.
Zeytûnên ku li vir bi awayekî xwezayî tên gihandin, bi tam û lezzeta xwe jî gelek berbelav e.
Li navçeyê Heyama berhevkirina zeytûnan dest pê kir.
Qeymeqamiya navçeyê ji bo vê yekê li navçeyê bernameyeke taybet li dar xist.
Ji Mêrdîn û Dêrikê tevî xelkê, gelek rayedar û berpirsên bajêr jî beşdarî bernameyê bûn û hemûyan bi hev re darên zeytûnan daweşandin.
Di bernameyê de 5 hilberîner bi makîneyên daweşandina zeytûnan hatin xelatkirin.