Him hînî kar dibin him jî pere qezenc dikin

Him hînî kar dibin him jî pere qezenc dikin

Li Mêrdîn û Batmanê bi saya xebatên şaredariyê ji bo jinan gelek kurs hatin vekirin. Jin di van kursan de him hînî karekî dibin him jî bi keda xwe pere qezenc dikin.

Li Midyadê ji bo jinan kursa amigurumiyê hat vekirin.

Di kursê de ji ben û tayan pitikên pêlîstok tên çêkirin.

Bi qasî 15 jin di kursê de perwerde dibin.

Jin bi hilberîna pitik û pêlîstokên ji benan pere jî qezenc dikin.

Li Batmanê jî jin di kursan de hînî dirûnê dibin.

Jin li ser makîneyên dirûnê cil û bergan çêdikin.

Bi qasî 15 jin wê heta 4 mehan perwerde bibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE