Li Mêrdînê hêj hostatiya keviran dewam dike. Hostayên keviran li gorî daxwaza welatiyan li ser keviran neqşan çêdikin.
Hostayên keviran ên Mêrdînî digel şert û mercên zehmet karê bav û kalan didomînin.
Ewil keviran xêz dikin û dûv re jî li ser neqşan çêdikin.
Hosteyê keviran Amîr Kavak dibêje xelk êdî vî karî nake, ez tenê mame û ji xebata bav û kalên xwe hez dikim.
Ev pîşe ji kalê min ji min re maye. 150 sal e em bi malbatî vî karî dikin. Bapîrê min hînî bavê min, ew jî hînî apê min dike. Apê min jî vî karî hînî min kir. Em bi kêfxweşî karê bav û kalan dikin.
Hosteyên keviran dibêjin divê em zineatên bav û kalan bidomînin.